Li Rojhilat û Îranê gelek mamosta hatin binçavkirin

Encumena Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihand ku hejmarek mamosta bi binçavkirin û lêpirsînê re rûbirû mane.

Encumena Hemahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi boneya Roja Mamostayan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Hejmareke zêde ya mamostayan li şûna ku di polên xwendinê de bin, ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi bangkirin, lêpirsîn û binçavkirinê re rûbirû mane. Her wiha hejmarek xwendevan di dema xwepêşandan de, an jî di encama rageşiyên leşkerî û êrişan de hatine kuştin. Ev yek wekî gefekê li ser jiyana zarokan di navenda nakokiyên siyasî de tê dîtin.’’

Encumena Hemahengiyê rewşa dibistanan wekî “polên bê mamosta û kursiyên vale” pênase dike û dibêje; “Ev wekî nîşaneke zelal a krîza perwerdeyê tê dîtin. Sektora perwerdeyê veguheriye kelûpelekî çînî ku ev wekî hewldanekê ji bo kûrkirina krîza neheqiyê ya di warê fêrkirinê de tê hesibandin.”

Encumenê hişyariyê dide ku tevî hemû zextan, mamostayên azadîxwaz tekezî li ser mafê xwendina bêpere, wekhev û mirovî dikin.

Li aliyek din li gorî, Kolbernewsê wergêr û mamostayê zimanê Kurdî Yûsif Kelûnekzade, yê xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.